Silav! Ev film çawanîya têkiliya bi ambûlansê re di şert û mercên awarte de nîşan dide.
Heke tu yan kesek pirr nexweş e, yan di bûyerê de birîndar bûye, ji bo daxwaza ambûlansê telefonî hejmara (000) bike.
Tu dikarî bi belaşî daxwaza wergêrê devkî bikî.
Heke piştrast nînî, bi ambûlansê re têkilî dayîne.
Heke nîşaneyên xwarê hene, dive bi ambûlansê re têkilî dayînî:
- Êşa qefsîngê yan asêbûna bêhnkişandinê
- Zerbûn û lawaziya nişkêvayî ya rû, bask an pêyan an jî kêşeya axaftinê
- Xwînrijîna ku ranaweste
- Dijwariya nefeskişandinê
- Ketin an jordaketina nişkêvayî
- Girjbûn
- Şewatên giran
- Heke kesek di bûyera ajovaniyê de yan bi awayê fîzîkî ji aliyê kesekî din ve tûşî zirarê bûbe.
Heke ev nîşane li zarokên te hene divê digel ambûlansê têkilî dayînî:
- Bilez nebaş bûbe
- Bi dijwarî bêhn distîne û berdide
- Rengî zer bûye yan jî dora lêvan reş û şîn bûye
- Xewokî ye yan bertek nîşanî dengê te nade
- Girjbûn û vegirtinê (seizure) bûye
- Tûşî bûyereke cidî yan birîndariyê weke şikestina hestiyan an jî birrîna kûr bûye.
Dema kun tu digel Sê Sifir (000) têkilî dadihînî, operator dipirse Police, Fire or Ambulance?’. Divê tu bibêjî ‘Ambulance’.
Piştra ew ‘Suburb and State’ bipirse. Navçeya xwe bibêje wek mînak ‘Townsville’, and Queensland.
Tu dikarî bi vî awayî ji operator daxwaza wergêrê devkî yê belaş bikî: ‘I need an interpreter in Kurdish Kurmanji.’
Dibe ku girêdana te bi wergêrekî demê bibe, loma heke pêkan e navnîşana xwe bi Zimanê Inglîzî ji wan re bibêje û li ser hêlê bimîne.
Carinan dibe ku bilez ambûlansekê bişînin.
Dema ku pirsinan ji te dipirsin, divê van zanyariyan bidî wan:
- Tu li ku yî
- Hejmara telefonê û navê xwe
- Rewşa awarte şirove bike:
- Çi bûye?
- Çend kes nexweş in an ziyan dîtine?
- Gelo hevrêyê kesê/a têkildar î?
- Nexweş çend salî ye?
- Gelo li ser hişê xwe ye?
- Gelo bêhn distîne û berdide?
Wergêr dê zanyariyên te bide operator û piştra heke hewce bike ambûlansê dişîne.
Li Queensland’ê ambûlans belaş e.
Di heyama ku li benda ambûlansê yî de, heta dema gihîştina wê divê li ser hêlê bimînî.
Dibe ku wergêr şêwazên alîkariya bo nexweş an kesên ziyandîtî ji te re bibêje.
Di heyama ku li benda ambûlansê yî de, li nik nexweş an kesê ziyandîtî bimîne.
Heke pêkan e, karta Medicare’ê ya nexweş (heke heye), karta çavdêriya tenduristiyê, zanyariyên sîgorteya dermanî ya taybet, derman û zanyariyên bijîşkî yên malbata wî/wê peyda bike.
Heke hîn jî li ser hêlê bûyî, ji wergêr re bibêje ku ambûlans gihîştiye.
Alîkarîgihên bijîşkî yên awarte dê çareseriya nexweş bikin.
Wergêr dê li ser hêlê ji te re bibêje ku kengî têkiliyê bibirrî.
Tu dikarî ji alîkarîgihênan bixwazî ku tevî ambûlansê hevrêtiya nexweş heta nexweşxaneyê bikî.
Her wiha tu dikarî li ambûlansê û li nexweşxaneyê bi belaşî daxwaza wergêr bikî.
Çend roj yan hefteya din…
Ji bîr neke piştî qewimîna rewşa awarte randevûyeke şopandinê ji bijîşkê malbata xwe veqetîne.
Heke rewş awarte nine, lê hewceyî rênîşandana tenduristiyê yî, telefonî 13 HEALTH bi hejmara 13 43 25 84 bike da ku bi hemşîreyekê re bixivî. Tu dikarî wergêrekî te yê belaş hebe.